a photo of Serhed

Serhed

Ax Kurdistan

Kurdistan Deşt û şaxên te rengîn in Baxên gulan, baxên gulan Kurdistan Kan û maxên te zengîn in Kaniyên zêran, kaniyên zêran Kurdistan Çiqa warên te şêrîn in Avên jiyan, avên jiyan Ax Kurdistan, ax Kurdistan Ax Kurdistan, ax Kurdistan Niştiman Karkerên te raperîne Wek qehreman, wek qehreman Niştiman Keç u xortên te gihane Şerên çiyan, şerên çiyan Niştiman Zarokên te tev şiyar bûn Bûn şoreşvan, bûn şoreşvan Ax Niştiman, ax niştiman Ax Niştiman, ax niştiman Kurdistan Ew êrîşê ser te rabû Mij û moran, mij û moran Kurdistan Sîng û berê te xuyabû Bax û bistan, bax û bistan Kurdistan Nav û dengê te belabû Nava cîhan, nava cîhan Ax Kurdistan, ax Kurdistan Ax Kurdistan, ax Kurdistan Ax Kurdistan, ax Kurdistan

Bêjebêje © 2015-2024