a photo of Şerîf Omerî

Şerîf Omerî

Negrî Bajarê Min

Ji bo şehîdê tara xerbî Negrî bajarê min negrî Hevalno birano ez çûm bi xatrê we Min bar kir ji vê jiyanê îro bê dilê xwe Ne bi destê min bû ezê çi bikim li min biborin Roja min hati bû ez çûm ji nivkê de Ez mihemed osêmim ji tara xerbîmim Cîranê Yesaro, beha û Orhanomim Qedera min hati bû di wê sibehê de Di teqînê de ez şehîd ketim Di nav xelkê xwe Ez dara bavê emşamim cejna we pîroz be Rojê we her sal bi kêf û xweşî bi Ezê bêriya we bikim hûn pêl çavê min kin Ez şehîdim, serbilindim xwe aciz nekin Ayaz, welat, hozan û kerîm, dîlan, cengo, mihemed û hekîm hûn ji bîr nabin hûnê li ber çavan bin li bîranîna hûnê li ser zimanan bin Negrî bajarê min wa tara min valaye Bê xorşîd bê cewher maye Rojek reşe birîna me hemaye Rojek reşe behra me kurdaye Negrî bajarê min Negrî Negrî Fêde nake ku tu bigrî bigrî Bi xatrê we ez çûm li min biborin Ez bûm sehîdê tara xerbî ... x2 Ezim ê ku mala wî bi ser wî di ketiye Ezim ê ku hîna kesî laşê nedîtiye Ezim a ku layê wê di nav destê wê de miriye Di ber himêza min de nav axê de xew kiriye Ezim yê ku digrî, ban dike, dinale Ezim yê di misteşfê de ye birîndare Ez asayişim dûrî zarokê xwe çûme Bi şeva ranazêm ez jî şehîd bûme Qamişlo bê we ne xwese Qamişlo bê we sare Li her derê çîrokê we ji bîra me narin Amîna sexo, mihsin û berşin, cengo û hesen, rama, evîn, abdellah, mihemed, etî cîranê min, zave ibrahîm, Loqman dilê min min efû bikin min nikarî bû tiştek ji we re kiriba Sed xwezi min navê layê tarê li xwe nekiriba Wey dinyayê, çi dinyayê, ev dinya li me nayê Li tara xerbî qirîna zarokaye Negrî bajarê min birîna me hemaye Negrî bajarê min qedera me kurdaye Negrî bajarê min Negrî Negrî Fêde nake ku tu bigrî bigrî Bi xatrê we ez çûm li min biborin Ez bûm sehîdê tara xerbî ... x2 Qamislo çi gunhê te ye? Çima herkes dijî te ye? Lê bi xwedê tu nakevî Qamişlo Bi xwedê tu yî bi ser kevî tu yî bi ser kevî Search Bêjebêje Sort: A to Z Z to A Add Artist Add Şerîf Omerî lyrics artist Şerîf Omerî

Bêjebêje © 2015-2024