Şêrîn Perwer
Keça kurd
Keçê rabe, serî hilde, di vê çaxê weha nabî
Biner jin çûne ezmana, heta kengî tê di xewda bî?

Erê şoxê, erê şengê, bi hevre em herin cengê
Girêdayî heta kengî, bimênî dîl û winda bî?

Were xuşkê tu zû rabe, di şer de rengê şêra be
Bera ala meya rengîn li ser şaxan te hilda bî

Keça zana û jêhatî, bibe Partî-Dîmoqratî
Bera dîsa tu şêrîna dilê xorta û van keça bî