the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serkan Kanîreş

Çima Yarê

Dilê min tî bûye ji ber hez kirina te Tu ne bîr dibe , ne j î xûya dibe Ez li ku mêze dikim tu li ber çavê min e Ez dibêm werim ba te, rastî xeyal dibe Kîjan rê min tîne ez nizanim li ba te Ma sitêrkên têne xar bila bibe roniya me Destê xwe vedikim hejar û hêsîr mame Bang ji Xwedê dikim ji bo qedera me Çima yarê çima çima Ji çavên me hêsir nema Ev çend sale ez hêviya te mam Xewn û xeyal bê te neman Evîna te pir xedar e Roj li me bû meh û salek Bese êdî min vegere Birîn kûr e , kûr dinalim (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024