the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serkan Kanîreş

Sakîne Leyla Fîdan

Dêrsim îro xwîn digîrî Ji bo Sakîne ya sor gulî De ew jin bû, ew jiyan bû Sed heyfa wan biskê sorî Ew jiyana gelê min bû Sed heyfa wan biskê sorî Sakîne Leyla û Fîdan Hersê jinên qehreman Sakîne Leyla û Fîdan Hersê şehîdên me Kurdan Wan sitêrkên azadiyê Şewqa xwe daye Kurdistan Amed tu derê xwe veke Tu Leyla ya xwe hembêz ke Amed tu singê xwe weke Tu Leyla ya xwe hembêz ke Doza wê azadiya te bû Dilê wê tijî mereq e Sakîne Leyla û Fîdan Hersê jinên qehreman Sakîne Leyla û Fîdan Hersê şehîdên me Kurdan Wan sitêrkên azadiyê Şewqa xwe daye Kurdistan Mereş derdê te giran e Fîdan'a te hîn ciwan e Mereş derdê te giran e Fîdan'a te hîn ciwan e Tu kevoka min neêşîne Îro te re bûye mêvan e Tu gula min baş mêze ke Waye te re bûye mêvan e Sakîne Leyla û Fîdan Hersê jinên qehreman Sakîne Leyla û Fîdan Hersê şehîdên me Kurdan Ew sitêrkên azadiyê Şewqa xwe daye Kurdistan

Bêjebêje © 2015-2024