the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrko Talîb

Eger Hatî Tenya Were

Eger hatî, tenya were Ew barane pestim eka Ke reşebay legela bê Pest debim Bew gulle genimey Legel jenga penceyan têk helkêşa bê Ey baranî sallî nehat Eger hatî, tenya were Bê reşeba û bêdeng were Ey gulle genimî zêr kiftim Eger hatî bê jeng were Herwek le naw dilma tenyay Serînekem bo dû kese Dû kursî tamezrom heye Dû piyalleşim heye bo çay Eger hatî, bêdeng were Ew hatine pestim eka Ke giryanî legel da bê Pest ebim bew çeme şêtey Legel berd da Henaseyan têkell bû bê Ey rûbarî bê kenarim Eger hatî, hêmin were Bê şepol û gêjeng were Ey daristanî qij sewzim Eger hatî, be dill were Her wek le çawma be dill hey Serînekem bo dû kese Dû kursî tamezrom heye Dû piyalleşim heye bo çay Ebdulla peşêw

Bêjebêje © 2015-2024