Şêrko Talîb
Kudeta
Pêş to nasîn
Minallêkî xoperist bûm
Wam dezanî
Asmanî pan dewarêke
Tenya bo min helldirawe
Zewî durgey dway tofane
Cige le min, hîç kesêkî tiya nemawe
Ewînî to le pirr hat û
Şûre û qellamî xapûr kird
Rengekanî hemû gorrîn
Yasakanî jêr û jûr kird
Way kird dinya
Bo tenyayîm wek qefes bê
Fêrî kirdim-
Şewan nîw serînim bes bê