the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şero Betê

Rojekê

Rojekê em ê bigehin hev wê ceng rawestê Rojekê em ê bigehin hev wê mirin rawestê Wê kenê zarokê me li rûyê wan vegerê Nema çavê dayikên me li riya li me digerê Nema esmanê me bi bombeya reş dibê Wê bi çûkan bixemile bi kevokan geş bibe Rojekê em ê bigehin hev li welatê xwe yê bexçe Li cihê êş/ar û şewata wê vebin gul û xunçe

Bêjebêje © 2015-2024