the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Sêrob Xacikyan

Medet

Ay Medet, hay Medet, hay Medet, hay Medet Lêlê Medetê minê digo wezê vê sibê nazim bi naziya kim hê hê Ez ê naziya canê xwe li kê kim Ne li kalî bavê, ne li pîra dê, ne li xesiyê, ne li birê, ne şivan û gavanî çolê kim Ez ê vê sibê derkevime serê Çiyayê Andokê kumê xwe derînim, xwe ber Xwedê kim Çewa bela kir zû wê kotî şindokî nemerd î mêrê mi ketayê darekî li zendê zer daye Ezê nikarim vê sibê rabim şara kesre li ber kumê tokme, li ber qolê zêrê xazî li ber eniya gever çêkim Şeveka nîvbendî şeva û pêde wez ê lawikê malê nava taximê sing û bera da kar kim, Medet Ay Medet, hay Medet, hay Medet, hay Medet Lê lê Medetê minê digo, roja me davetî kerî bi kerî hê ê Şewq û şemala xwe daye gazan û bêlanê Çebexçûra şewitî, dêra di Çengelî hê ê Ez ê vê sibê di ber derê mala bavê gewra xwe da hatim wa dibihurîm hê ê Minê bala xwe dayê gewrê li devê derî sekiniye teşî li desta ye Kemlika nermekitan li ser çoka ye De hêdî hêdî, yawaş yawaş, halê min û xwe ra wa digirî, Medet Ay Medet, hay Medet, hay Medet, hay Medet Lê lê Medetê minê digo, zozanê gundê me jê re dibêjin Qertewînê Ezê nizanim ne ji darê ne ji darçînê, ne ji gulê ne ji gulyaxê, ne ji miskê ne ji mawerê, kîjan ji wan bi bîn e hê Ezê dibêjim berê lawikê mala mi ketiye welatê xerîban û xurbetê hê Ez ê rabim delalê mala xwe ra rêkim welatê xerîban û xurbetê Bûna sebra dilê xwe pê bîne, Medet Ay Medet, hay Medet, hay Medet, hay Medet Lê lê Medetê, her çiyê her du dila, her çar çava li hev bîne Bila Xwedê Teala li jorê hiz bike, dibê cotikê kura bidê, bi hev ra bîne hêêê Bila xêrê bike xêrê bibîne hêêê Bayê sabî zozanê Serhedê bê lêxe dergûşa cotikê kura bihejîne hêêê Xezaleka kûvî ji xêvê binê beriyê bê xwe bide ser dergûşa cotikê kura bimijîne hêêê Ji bûna xatirê dayîka wana tabê wan ra nebîne, Medet

Bêjebêje © 2015-2024