Sêrob Xacikyan
Were Mala
Were mala, mala, mala, mala, mala hê mala mi bi xulama te he qalayê
Rabû ji kêleka mi keçikê piştê vegirî, dibê deste valayê
Were mala, mala, mala, were mala mala mala hêê
Were mala, mala, mala, mala, mala hê
Lê lê bedewê bavê te kevoka ser heremayê
Dilê dinya alemê dikeve zîv û zêr û zegeyê, mal û temenê dinyayê, cad û cabayê
Wez evdalê qilicê jara şerpeze me
Were mala, mala, were mala, mala yê
Were mala, mala, mala, mala, mala hê
Keçikê divê lo lo lawiko, naçim çiyayê Dêrika Mazî qesabe ye
Êra pez û dewarê gundê me sî û sê mal qelem û defter jê file ye
Gunê vana ravî şêra kuştina min û te ye
Delalê malam xencera zîvî qapilme ye
Mi tivinda Osmanî gûz girêda yareye
Lawiko çembilê mi bigre birevîne
Bavêje Diyarbekire korta van girtiya
Qey dinya li serê min û te derge ye
Were mala, mala, were mala, mala
Were mala, were mala, mala, mala, mala
Lê lê bêmalê dînê, mi go çiya bi mi çiya ye
Ezê taxa jorîn ketim dibî bejnazirav ji hindav da rabû piya
Dilê dinya alemê dikeve bejna zirav
Mal û temenê dinyayê dinyalikê, zîv û zêr û zege, cot û cabar
Dibê dilê mi ketiye û bejna zirav, çavê reş û belek, baqê reşkeziya
Were mala, mala, were mala, mala, mala bi xulama te û hevala
Rabû ji kêleka mi keçikê û pişte vedigerî divê destê vala ye
Were mala, mala, were mala, mala