Sêrob Xacikyan
Zozan
Ha wî Zozan, ha wî Zozan, ha wî Zozan, Zozan wî Zozan, wî Zozan, wî Zozan
De here wî Zozan, hî cînar, wî zarê ye, wî Zozan, wî cînar
Lê lê Zozan, de malê haleke ji xwe û Zozana xwe ra lêkin, badilhewa ye
A Zozan, wî Zozan, wî cînar
Min lava lê kira tavane ji barana nîsanê yeka de baranê lêkira badilhewa
Ay Zozan, wî Zozan, wî cînar
Bila Zozan mi ra kerem kire ramûsanê hinarê rûkê rastê
Êra bila meha çila begneqam be, li erdê be, sedemî xatirê ramûsanê Zozan
Bila Zozan mi bixwesta baqê firîkê noka
Yekê nîska, seleta xiyara, hêkê kewa
Ay Zozan, wî Zozan, wî Zozan, wî Zozan, de here wî Zozan, wî cînar, wî
Zozan wî sebrê ax
De here ha wî Zozan, ha wî Zozan, ha wî Zozan, Zozan wî Zozan, wî Zozan
Lê lê Zozan de malê kiras sor gundê me lê gelek in
Ay Zozan, wî Zozan, wî Zozan, wî cînar
Bila temama bicivînin odeka li mala lê bavê mi kin
Ay Zozan, wî Zozan, wî Zozan, wî sebrê
Ez ê bikevime navê kiras sora xwe hilînim
Ê dinê heval û hogira dora xwe lê pareve kim
Ax Zozan, wî Zozan, wî Zozan, Zozan wî Zozan, wî sebrê
Ax Zozan, wî Zozan, wî cînar
Erê hawir Zozan, hawir Zozan, hawir Zozan, Zozan wî Zozan, wî cînar
Dilê dinya alemê dikeve zîv û zêr û zege, mal û temenê dinyayê da cot û cobar
Ema divê Xwedê zanibe dilê mi ketiye bejna Zozanam
Çavê reş û belek, seba baqê lê reşkeziya
Ax Zozan, wî Zozan, wî Zozan, wî Zozan, de here wî Zozan, wî cînar, wî cî-
nar, wî sebrê ax