a photo of Şeroyê Biro

Şeroyê Biro

Bejnê

Bejna zirav lo hatibû ji der da, lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê Kawa kubar lo hatibû ji der da, lê gelo zerî lê ji konê kê Bejna zirav lo hatibû der da, lê bejnê, bejnê, lê bejna kê Kawa kubar lo hatibû der da, lê gelo zerî lê ji konê kê Min vê bejnê lo têr xeberda, lê bejnê lê bejnê lê bejna kê Min vê bejnê lo têr xeberda, lê gelo zerî lê ji mala kê Min vê bejnê lê pir xeberda, lê bejnê lê bejnê lê bejna kê Min vê bejnê lo tev xeberda, lê gelo zerî lê ji konê kê Bejna zirav lê hat bihurî, lê bejnê lê bejnê lê bejna kê Kewa gozel lo hat bihurî, lo gelo, zerî lê ji mala kê Dabû li ser mi lo kela girî, bi lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê Dabû li ser mi lo kela girî, lo gelo zerî lê ji mala kê Dabû li ser mi lo kela girî, bi lo bejnê, lê bejnê, lê bejna kê Dabû li ser mi lo kela girî, bi lo gelo zerî lê ji konê kê Çi li bejnika lo ser xaniya, lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê Çi li torina lo li ser xaniya, lo gelo lo zerî lê ji konê kê Çi li bejnika lo ser xaniya, lê bejnê lê bejnê lê bejna kê Çi li torina lo ser xanîka, lê gelo zerî lê ji konê kê Eşaret kir lo bi tiliya, lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê Eşaret kir lo bi tiliya, lo gelo zerî lê ji konê kê

Bêjebêje © 2015-2024