a photo of Şeroyê Biro

Şeroyê Biro

Desmala Min

Desmala min şalkî reş e Kawa kubar tê dimeşe Desmala min şolkî reş e Kewam gozel tê dimeşe Kulbirîn im çavê reş e, ezîzêm Ka desmalê em herine malê Xewna şeve çavê reş e, ezîzêm Ka desmalê em herine malê Desmala min ne şahmat e Ne min parva nîşan da te Ezîz were mi birevîne bi şîrînêm Ez ê bivim kevaniya te Şîrîn were mi birevîne, bi ezîzêm Ez ê bivim bermaliya te Desmala min şalkê şîn e Lawik were mi birevîne Desmala min şalkê şîn e Ezîz were mi birevîne Tu desmalê ji mi ra bîne, bi ezîzêm Felek canê tu bivîne Tu desmalê ji mi ra bîne, bi ezîzêm Felek canê min bibîne Desmala min ne gevez e Bejn û bala mi etlez e Lawik were mi birevîne, bi ezîzêm Tu desmalê ji mi nexwaze Ezîz were mi birevîne, bi şîrînêm Tu desmalê ji min nexwaze

Bêjebêje © 2015-2024