a photo of Şeroyê Biro

Şeroyê Biro

Emînê

Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê wa Emînê qurba bi dil berda wez mirime Emirêm qurba, bi dil berda ez mirime Mal û milkê mi mahrûmê Xwedê cî dinê da zor î zaf e Ez ê bikişînime çarşî bazara Erzirûma wî şewitî Evîna mele ra bata bi xêr helîmekî dor bi surme Yar, yar, yar de yar, yar, yar, gelek zilm e Helîmekî dor bi surme Bira diya mi kor be, bavê mi darê dinê da xêrê nebivîne De dame kurê kesîbî mal di gund da, qedrê Xweda ne ser malê dinê Milê mi girtine dane kurê feqî Ûsivê poz bi çilm î papaxgenî Yar, yar, yar, yar, yar, yar, yar, yar gelek zilm e Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê Weza goharî te digerim alîkî Na na ketime qerexa di Xabûrê Çiqas qîzê mêrê nema temam bextê mi evdala Xwedê wa mi kenî De wa mi kenî Bila diya mi kor be, bavê mi darê dinê da xêrê qe nevîne Çawa ez dame kurê xelqêda, wez hepsanî, bereta sibêda dilê min bûye dax ezê dame ser malê dinê Milê mi girtine dane kurê feqî Ûsivê poz bi çilm î papaxgenî Yar, yar, yar, de yar, yar, yar gelek zilm e

Bêjebêje © 2015-2024