Şeroyê Biro
Gundê Mistekalo
De lê lê lê lê Gulê go Almastê porkurê, Xweda daye li ser der da
Gulîbirê, kumika dilê mi ra vê sibê kure apê anî ser derdayê
De bira Xwedê xira bike mala neyara
Çewa ser apê minê siyarê Kûvî korê nemayê bera nedane tîşa sêzde cerda
De lê lê Gulê porkurê, dozde tîşa sêzde cerda
Heyfa mi lê nayê kuştina mêrê mêrxas Ahmedê bira ax
De bira xêra mala Xwedê carê car mizgîniya xêrê me ra bata
Bigota Emerê bira xêr û şayê cara îcar ji kela Bazîdê hate berdan
De wêlî, de wêlî û Ahmed bira wêlî, Elî bira wêlî
Xêra mala Xwedê ra de cara îcar
Heyla korê nemayê, dengê tivinga te dernakeve binatara gêlî
De lê lê lê lê lê lê lê lê Gulê go Almastê porkurê, dilê mi şewitî
Xwedê xira bike gundê Misto Kalo Sîneka xopan gul û sosin tev bi seridîn
Divê sibê tev bi seridîn, heyfa minê mi nayê li kuştina apê Bedir siyarê Kuvî
bavê Farê
Heyfa min tê li wê heyfê, de çawa tilî pêçiyê wan mêrxasa, korê nemayê, ser
tetika mawîzerê dicemidî
De wêlî, de wêlî mêrxaso wêlî
Almastê porkurê rabe temaşe ke, heyfa minê nayê kuştina mêra û mêrxwesa
heyfa minê tê vê heyfê, çava malda mane cote bûkên rûbixêlî
De lê lê lê lê lê lê lê, Gulê go Almastê porkurê, rabe temaşe ke
Kula dilê mi ra dora hîvê girt sîwan e
Bira ew roj ne rojek Xwedê be, roja Ahmedê bira korê nemayê, gundê we bû
Na wele, kula dilê mi ra vê sibê bû mêvan, de mala Elo bû mêvanek
Heyla korê nemayê, divê gulekê berî bedena wan mêrê mêrxas dane
Heyla mala bavê lê xirabûyê, çawa me qelandine koma mêrxasê van taciyan e
De wêlî, de wêlî Ahmed bira wêlî, Eliyê bira wêlî
Heyfa mi lê nayê kuştina mêran û mêrxasa
Heyfa mi tê li wê heyfê, heyla korê nemayê
Çawa mal da mane cote bûkê serbixêlî