a photo of Şeroyê Biro

Şeroyê Biro

Hecî Baro

Were xalo, ha xalo, ha xalo, ha xalo Borenanê sibe ye berê sibê li me çar bû Dengê eynelûka zanya ser hewşa Mala Çeto de lal Mi dî lê ser postê peza qurbanê de lal bû Were xalo ser postê peza qurbanê de lal bû Gulekê li orta meydanê berî bedena Salihê bira dane Ela mala bavê lê xerabûyê Cinyazê wî şêrî nava neyara da bêpergal bû Wayê hê, wayê hê, wayê mi rezîla rûkala vê dinyayê Were xalo, ha xalo, ha xalo, ha xalo Borenanê berî bendê gulê sê denga kire gazî Almastê w agirê kulê, beyta mala bavê ketê De tu rabe Dîlebazê, Ûsivê Hacî Baro ra derxe hewşê De tu jê ra qayîşê bavê zendê Ûsivê Hacî Baro dozde mêr desta Mala Gevşo temam kirine Vedigere ser desta Mala Çeto, teze jê ra lê dixe qeyda qeydê vê govendê Erê wayê hê, wayê hê, wayê, heyla mi rezîlê nemînim rûkala vê dinyayê Ere xalo, ha xalo, ha xalo, ha xalo Borenanê li va tata, kavilê li va tata Bire qîzê bûkê me eşîrê tev ketine şivêtê qerenîzam îsal data Ere xalo şivêtê qerenîzam îsal data Gelî bira eşîrê da kê diye kê bihîstiye merivê nava seetekê da dozde mêrê eşîrê bikuje Şeş konê reşerîşî bide berê li mîrata Wayê hê wayê hê, wayê, mi rezîla rûkala vê dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024