Şeroyê Biro
Hemê Mûsikê
Siba me sêveke jê bi şîrîn e, êla me wêleke jê bi rengîn e
Malê me li hafa qûntarî zozanî jor bi danîne
Hemê Mûsê Kerhanî bira ber konî erebî rûniştî ne
Şêr û misîr heftê gîra wa danîne
Hemê Mûsê serê xwe şêwra bi hiltîne, du siyarê serê kuçê jêr mi dîne
Divê Bedîlê wa Bedîlê tu diya bavê mi kiri bî de ber çevê xwe dûrbînê
Bînê çika her siyarê wana kî bi kî ne
Bedîlê dide ber çavê xwe dûrbînê
Divê birango her siyar hewarçî ne
Yek kurê şivên e, yek kurê gavên e
Kurê şivên dike dilezîne
Kurê gavên qidûm çoka da tu nîn e
Mal berfîrnêbazê naxîne
Nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim
Birango êla Beraza şandiye hewar e
Xeberê dev zarê Hamê di Mûsê da, her du siyar xwe konê erebî re digînin
Divê hay ji Hamê ra hay ji Mûsê ra
Kela deştê malê hewşaniyê bokê Mûsilê ra ax
Xweşmêro rabe siyar be, talanî beroja daxistine xamê Dewalûkê di jêrîn e
Nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim birango rû dinyayê
De Hamê Mûsê li dû kerwanê dikevê ye
Berê xwe dide qalê û cengê ye
Şarê dike diqîrîne, divê Kelhokî min î qafgiro
Rabe defa hewarê bigerîne giregirê êla Berazan bicivîne
Heçî gava serê Hamê Mûsê orta meydanê tune be
Qafbîrza mî gorpanekî gunda naçêrîne
Nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim rûhewata vê dinyayê ax
De Şarê divê Bedîlê, tu diya bavê mi kiribî
Were em ê destê hev bigrin herine serê qûçê sûçihê jêrîn e
Belkî Xwedê peyakî tê tolî bavî kotî rastî me tîne
Diçine serê qûçê jêrîn e dinêrin, peyakî rêya jêr ra têye
Kiras derpê te yê spî ne, qilçikê kiras derpê te yê erebî ne
Şerê çepê jê divê peya ho peya, serê mi li dora serê te geriyayo
Te hay ji siyarê mi nîn e
Peyayê divê, Şarê dayîka mi kir wer nîşanê xwe ji mi ra bêje
Go nîşanê siyarê mi sapokê linga wê cebekî ne
Qapûtê nava mila qawerengîn e
Heywanekî binda, navkêlî tajî, dêl qamçî
Sim kodî, go kêvrûşkî xalxalî ne
Heçî gava rojê oxirmê giran hemberê kose misriyê kurî bava
Hey têvî heywanî dev davê tevdî waxê hespê neyara ser siyarê xwe da dikişîne
Nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim ax wey rûdinyayê
De Şarê dike di qîrîn e, divê peyayo, ha peyayo
Xwedê ocaxê te nava ocaxa da kor kiro
Vê sibê wa çi cewab e çi mizgîn e
Peyayê divê Şarê, dayîka mi kirî neqîrîne
Bedîlê xwenga mi kirî neûrîne
Rast e sê zêr gel wî siyarî ne
Lê hema we siyara notila gurekî şiyar î qol î devbixwîn ketiye nava eskerê
Osman paşa
Îzna Xwedê heta danê nîvro wê tolê vegerîne
Nemînim xweyo, nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim birako êla Bera-
za şandiye hewar e