a photo of Şeroyê Biro

Şeroyê Biro

Li Min Li Min

Wey malîno, ez ê çawa bikim ji xwe û vî dilî, li min, li min, ji xwe û vî dilî Gundî, malîno, kawa kubar bûye stêrka wiraqirî Eman pêşiya hîvê dimilmilî, li min, dimilmilî Wey lê dîne, xwezil teyê lawikê xwe bidîta çend saleka pêşda Eman ser kewna lo ewilî, li min, li min, li min dilo Ax malîno, kawa mi yeke sorespî ye, xwînşîrîn e, li min, li min xwînşîrîn e Ay de mi go morî mircanê zenda zer da lo sor spî ne, li min, li min sor spî ne Gundî malîno, qe tu kesek sebram xweşik e, kawa gozel Ne wê hem nazik e hem nazdar e em çi dîn e, li min, li min dilkafiro Wax malîno, kawa min yeke kin e ne dirêj e, li min, li min ne dirêj e Gundî malîno, nola ta rihana ser sûret sûretê ser bejnê da şax bavêje li min, li min şax bavêje Ay lê dîne de tu were ramûsanekê mi peyde ke Bira şûnda rûnê ji xwe ra bêje li min li min li min dînê Wey lê dînê, wezê navê te nizanim Divêm Hewê, li min li min divêm Hewê Oy de vê sibê mîratê bilbilê dixwîne sî û sê zimana Wê te bike zimanê kewê, li min li min zimanê kewê Wey gundîno, wele bîle ez ê tu car nedim terka vê rindê Çav û biriyê belek, wê bedewê li min, li min, li min, li min

Bêjebêje © 2015-2024