Şeroyê Biro
Metê
De hay lê, were hay lo hay lê, were hay lo hay lê
Metê dêranê, heçî gava Mihemedê Elî ji mal siyar bû ser nepişkîne
Bêîmanê heçî gava, Mihemedê Elî ji mal siyar bû ser nepişkîne
Ev roj ne roja Xwedê be wan cote qonaxa Metê Entaba Jêrîn e
Divê Berekilane korê şivan e, seqeta gulekî berî bedena Mihemedê Elî siyarê
Tîma da
Hey lo mala bavê xirabê, kesek tune timtêla Mala Sêrxo bigerîne
De hay lê, hay lê, de hay lê, hay lê, oy
Dere haydê Metê dêranê, zinêr da, zinêr da
Bêîmanê zinêr da, zinêr da
Her du milê dêla Metê bişkê qola di zendê da
Îro sê roj û sê şev e gulekî berî bedena Mihemedê Elî daye
Hey lo mala bavê xirabûyê, gule maye birînê da
De hay lê, hay lê, de hay lê, hay lê, de hay lê, hay lê, hay lê
Meke Metê, meke bêîmanê, meke cazûyê, meke fesadê meke, agirê kulê beyta
mala bavê xwe de
Te cinyazê bavê teda Mihemed Elî siyarê kûvî orta meydanê xira neke oy
De hay lê, de hay lê, hey lê, hay lê, hay lê, hay lê, hay lê, hay lê
Metê dêranê, Metelanî xopan wê bi kelê ye
Keftarê Metelanka wê bi kelê ye
Xwedê mêrî Xwedê eyan e Mihemedê Elî siyarê dîwanî
Vê sibê kula dilê mi ra siyarê borik î dêlhine ye
Metê bêîmanê nekuje, bavê Cano Mihemedê Elî siyarê dîsa
Bêrîvanê roja oxirmê giran berxê koza mala bavê te ye
Hay lê de hay lê, hay lê de hay lê, hey dê, hey dê, hey dê, hey dê
Meke metê meke, bêîmanê meke, caziyê meke, fesadiyê meke, mirinê meke
Agirê kulê beyta mala bavê xwe de
Te cinyazê bavê zelo Mihemedê Elî siyarê tire ye
Dixe orta meydanê xirab neke