Şeroyê Biro
Meyremê
Gelî bi bî ye lê Meyrê Meyremê
Çolî bi bî ye bi erdikê rûmenê
Gur hatî sî ye, bi lê Meyrê Meyremê
Gur hatî sî ye, bi erdikê rûmenê
Şîva gur mî ye, bi lê Meyrê Meyremê
Şîva gur mî ye, bi erdikê rûmenê
Gelî bi dar e, bi lê Meyrê Meyremê
Çolî dar e, bi erdikê rûmenê
Gur hatî xwar e, bi lê Meyrê Meyremê
Gur hatî xwar e, bi erdikê rûmenê
Şîva gur kar e, bi lê Meyrê Meyremê
Şîva gur kar e, bi erdikê rûmenê
Gelî bi merx e, bi lê Meyrê Meyremê
Çolî bi merx e, erdikê rûmenê
Gur hatî çerx e, bi Meyrê Meyremê
Şîva gur berx e, bi erdikê rûmenê