Şeroyê Biro
Rizgano
De lo loy lo, de lo loy lo, de lo loy lo, de lo loy lo, lo loy lo
Rizgan ez bi qurban, nizam bextê mi bû yan ê talihê te bû li me barî berfa dem e
Heyrano rûkê erdê kiriye weke çem e
Were mi porkura Xwedê merevîne mebe Şikefta Kulî
Şikefta Kulî şikefteke jê bêwa ye, wa Cîhangê kurapê mi nêçîrvan e
Sibê zû radibe tayê kîroşkê digerîne
A Rizgano wez bi qurban
Tu were îzê bîne ser me mi bikuje bira te jî bi ser da
De lo lo lo lo, delalo lo lo lo Rizgano qurban
Delalo lo lo lo lo lo lo lo lo lo
Rizgan go Nûrê, wa Nûrê mala bavê teyê xera be
Were qasengê çoka xwe bide erdê
Wezê serê xwe bidime ser çokê bikeve vê xewê
Nûrê çoka xwe da erdê ye
Rizgan serê xwe daye ser çokê kete xewê û xewê ye
Ji xewa şîrîn bazda go Nûrê lê mala bavê lê xirabûyê
De rabe wê xewneke dîtiye wez ê xewna xwe bêjim tu xewna mi şîrove ke
Nûrê go Rizgan ez bi qurban, Xwedê xewna te bi xêr ke
Were vê sibê xewna xwe bêje wez porkura Xwedê xewna te şîrove kim
De go minê dîtiye darekî derê mala bavê te şîn bûye
Vê darê du çiqil, her çiqilke sêveke, her sêveke keweke gozel wa li ser e
Minê bala xwe dayê teyrekê qereqûşî jor da lê dixe serê her du kewê gozel
firandiye
Nûrê go Rizgan, ez bi qurban, Xwedê xewna te bi xêr ke
Dara derê mala bavê mi ji bejna min e
Her du çiqlê pêra bextê mirazê min û te ne
Her du sêvê li ser, memikê min in
Her du kewê gozel ese rihê min û te ne
Teyrê qereqûşî Cîhankê kurapê nêçîrvan e
Sibê zû radibe tayê kîroşkê digerîne
Tu were îzê bîne ser me mi bikuje bira te jî bi ser da
Delalo lo lo, lo lo lo lo lo la lo lo la lo lo lo
Sibe bû kumrala sibe ye
Nûrê derdikeve ber derê şikeftê ye, dinêre wa Ciyo jêla tê ye
Nûrê diçe pêşiyê divê ha Ciyo
Ciyo bextê te da me were Rizgo nekuje, xortekî heyf e takî bi tenê ye
Were mi porkura Xwedê bikuje, poz û goyê mi jêke
Têxe cêva xwe da de sivê nava êşîrê da derxe, te ra nabim her namûs e