Şeroyê Biro
Şevavê
Şevavê hêê, şevavê hêê, şevavê hêê, şevavê
Zozana Xwedê Nado gule, gula bîne ax
Minê bala xwe didayê Romîyê Qurdo ha sê eskera jêr va tîne
Ezê dikim têlî Şevava dilê xwe birevînim bûy Xwedê
De belkî ji mi nestîne birîndar im, wê birîndar im
Birîndar im, wê birîndar ê te wê bejnê me gewrê ax
Şevavê hêê, Şevavê, ezê teyr im teyrê van bilinda
Ketime bereka Sînekê
Gundî cînarno, bextê we da me, wer nêzegunda
De xêra we mala Xwedê ra, tu bûka we mala bavê mi bibûyayî kawê ax
Heyfa minê wê tê wê heyfê de çewa, bejna zirav, eniya gewer, dêmê gulî
Ketiye wê gezê şindok derdê mêra, bûmê gunda
De megrî wî melorîne, van hêsira ser sûretê sor gerdena zer da nebarîne
Keçikê dînê de tu rabe Zozan xanim, jor kerîme
Şevavê hêê, şevavê hêê, şevavê
De wezê çûme Entabê dikanek dikanî wan lewenda
De wezê têlî Şevava dilê xwe ra bazar bikim gundîno, qotika li qoza ax
De na wele jê ra bînim qorpaxê zenda
Birîndar im, hê birîndar im, birîndar im hê, birîndar im hê, de vê bejnê me gewrê