a photo of Şeroyê Biro

Şeroyê Biro

Xozandaxê

Xozandaxê lê lê lê lê lê lê ber topê ye De Almastê tu rabe bextê min ra ber topê ye Wa (De) di binyêda darek dara zeytûnê ye Ax dilêm yar yar dilêm yar yar Ax dilêm yar yar dilêm siyaro Wa di binyêda darek dara zeytûnê ye Heçî gava pirsa Qeymezê Kurmanc ji min dikin De îro sê roj û sê şeve Xozandaxa xopan Bê xwedî ser kaniyê ye Ax dilêm yar yar dilêm yar yar Ax dilêm yar yar dilêm siyaro Xozandaxê lê lê lê lê lê lê gelî birano li ber war a De Almastê tu temaşe ke bextê min ra li ber war a Ay de îro sê roj û sê şev e tê da tê nalenala birîndar a Ax dilêm yar yar dilêm yar yar Ax dilêm yar yar dilêm siyaro Tê da tê nalenala birîndara Heçî gava pirsa Qeymezê Kurmanc ji min dikin De îro sê roj e donzde xortê eşîratê va Bê xwedî mayî ne ber kolekê dara Ax dilêm yar yar dilêm yar yar Ax dilêm yar yar dilêm siyaro Xozandaxê lê lê lê lê lê lê gelî bira wan ferîka Rojê xewam nayê destê germê germistanê De şevê nayê destê mîratê van wawika Ax dilêm yar yar dilêm yar yar Ax dilêm yar yar dilêm siyaro De şevê nayê destê mîratê van wawika Xelqê orta meydana Xozandaxê wenda kiriye teka tûka Mi porkura Xwedê wenda kirye Qeymezê Kurdî Xortê delal xwediyê gurzê ber cênîka Ax dilêm yar yar dilêm yar yar Ax dilêm yar yar dilêm siyaro Xozandaxê lê lê lê lê lê lê gelî bira wê bi mil e De kalostê bextê min ra gelî birano wê bi mil e Ava Qeymeztiyanî şewitî ser me girtiye tê xulexul e Ax dilêm yar yar dilêm yar yar Ax dilêm yar yar dilêm siyaro Ava Qeymeztiyanî şewitî ser da girtî tê ye xulexul e Xelqê orta meydana Xozandaxê wenda kiriye teka tûka Mi porkura Xwedê winda kiriye Qeymezê Kurdî siyarê hespê xul e Ax dilêm yar yar dilêm yar yar Ax dilêm yar yar dilêm siyaro

Bêjebêje © 2015-2024