a photo of Şeroyê Biro

Şeroyê Biro

Zerîyê

Erê he zeriyê mi go ji kona digerî konê wê da konê me ne Yar yar yar yar de yar yar wey lê wa wey lê Torinê, ji kona digerî kona wê da konê me ne Qîz bûkê Mala Hecî Qero ser bizêr e, enî gever e Sûret sor e, wa bi delme ne, ramûsan darê dinê gelek hene Ramûsanê qîz bûkê Mala Hecî Qero ji ramûsanê dinê zêde ne Way felekê, felekê ox Herê zeriyê mi go Kosedaxê mîrê çiya, yo yo yo yo Wey lê wa wey lê Torinê, Kosedaxê mîrê çiya Min û kewa gozel milê xwe li milê hev xistiye Çiya ne zozanê jorîn e mexelê pezkûviya Gelî malî cînarno, bextê we da me Kene henek laqirdiya ji bextê mi ra Morî mircanê zenda zer qetiya Mi go kawê kubarê tu netirse De wez ê siba van çaxa bavême nava xerc û xeracê cînar û maliya Wê hê felekê ox Herê hê zeriyê mi go bira awirê te nekevine kêlê kevira Yo yo yo yo yo yo yo yo yo yo, kêlê kevira Ez ê bikim kawa kubar birevînim Xwe bavêjim her çar malê Cibira Herkê bûye wê bûye, herkê nebûye Ez ê xwe bavêjime her çar malê Têcira Felekê wê wê felekê ox

Bêjebêje © 2015-2024