the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şeroyê Xacikyan

Delal Ha

Delal e bi ha delal e, Hesenê Axê delal e Delal e bi ha delal e, torinê malê delal e Kirasê bi deleme ye, bi qirçikî erdê dimale Kirasê bi deleme ye, bi qirçikî erdê dimale Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, mînaye kewê lal e Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, mînaye kewê lal e Cindî ye bi ha cindî ye Hesenê Axê cindî ye Cindî ye bi ha cindî ye bi torinê malê cindî ye Kirasê bi deleme ye qirçikê wî erebî ye Kirasê bi deleme ye qirçikê wî erebî ye Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, mîna kewa xwendî ye Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, mîna kewa xwendî ye Çi dîn e bi ha çi dîn e, Hesenê Axê çi dîn e Çi dîn e bi ha çi dîn e, bi torinê malê çi dîn e Kirasê bi deleme ye qirçika li mila dijdîne Kirasê bi deleme ye qirçika li mila dijdîne Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, weka kewa dixwîne Dîwana bi Mîro Paşa lê, weka kewa dixwîne

Bêjebêje © 2015-2024