Şeroyê Xacikyan
Kina Min
De kina min, kina min lê
Berxa min kara min lo
De kina min, kina min lê
Zerya ber mala min lo
Ferhend e Ferhend e lê
Berxa min, kara min lo
Ferhend e Ferhend e lê
De kina min, cana min lo
Norşên qoçoy benderê
Berxa min, kara min lo
Norşên qoçoy benderê
De kina min, cana min lo
Kina min lewend e lê
Berxa min, kara min lo
Kina min lewende lê
De kina min, cana min lo
De kina min, kina min lê
Zerya ber mala min lo
Êlmon e, Êlmon e lê
De kina min, cana min lo
Êlmon e, Êlmon e lê
Berxa min, kara min lo
Norşên bi titûn e lê
Kina min, cana min lo
Norşên bi titûn e lê
Berxa min, kara min lo
Kina min xatûn e lê
De kina min, cana min lo
Kina min xatûn e lê
Berxa min, kara min lo
Eyrax e, Eyrax e lê
De kina min, cana min lo
Eyrax e Eylax e lê
Berxa min, kara min lo
Norşên bi palax e lê
De kina min, cana min lo
Norşên bi palax e lê
Berxa min, kara min lo
Kina min qozax e lê
De kina min, cana min lo
Kina min qozaxe lê
Berxa min, kara min lo