a photo of Şervan Badînî

Şervan Badînî

Nazê nêrgiza hewşê

Gurr bû, gurr bû, gurr bû Gurr bû, gurr bû, gurr bû Agirê dilê min gurr bû .. agirê dilê min gurr bû Wek roka havînê zer bû .. roka havînê zer bû Zerkî ji peregên daran Jê tê hilma hinaran Ah zerkî ji peregên daran Jê tê hilma hinaran Ha hinarê ji deşta xwarê .. hinarê ji deşta xwarê Hay wey gurr bû, gurr bû, gurr bû Gurr bû, gurr bû, gurr bû Gurr bû, gurr bû Wek roka havînê zer bû .. roka havînê zer bû Ba bû, ba bû, ba bû Ba bû, ba bû, ba bû Lo bayê payizê rabû .. bayê payizê rabû Ibrû şevê esmer bû .. brû şevê esmer bû Kezî sorkî, qemer bû .. kezî sorkî, qemer bû Sorkî ji hina Hindê Ez kuştim poz bilindê Sorkî ji hina Hindê Ez kuştim poz bilindê Hay rûkê rindê wek findê .. rûkê rindê wek findê Wey hey Ba bû, ba bû, ba bû Ba bû, ba bû, ba bû, Ba bû Ibrû şevê esmer bû .. brû şevê esmer bû Sir bû, sir bû, sir bû Sir bû, sir bû, sir bû Û berf û seqem û sir bû .. berf û seqem û sir bû Kinnê daneket tarê .. kinnê daneket tarê Hay dilkê min hate xwarê .. dilkê min hate xwarê Hay ji kerba keça bajaran Bajar bû wek qaqosê Hay ji kerba keça bajaran Bajar bû wek qaqosê Mame li benda buharê .. mame li benda buharê Hay we sir bû, sir bû, sir bû Sir bû, sir bû, sir bû, sir bû Berf û seqem û sir bû .. berf û seqem û sir bû Geş bû, geş bû, geş bû Geş bû, geş bû, geş bû Hay buhara li geliyan geş bû .. buhara li geliyan geş bû Seyrana yara xweş bû .. seyrana yara xweş bû Nazê nêrgiza hewşê .. bazê nêrgiza hewşê Çav berda bû pismaman Pismam fîtê mêra ye Çav berda bû pismaman Pismam fîtê mêra ye Xewna min bû qosaqarê .. xewna min bû qosaqarê Gurr bû, gurr bû, gurr bû Gurr bû, gurr bû, gurr bû Wek roka havînê zer bû .. roka havînê zer bû

Bêjebêje © 2015-2024