Servet Kocakaya
Kuştim Şêrînê
Yar zanî gulperest im
Baxê gula da dest im
Bade ji dest nê noşin
Ax ma çima sermest im ?
Ez mest im ji dest wê dînê
Kuştim kuştim ah şêrînê
Bade ji dest nê noşin
Ax ma çima sermest im?
Bi dilxweşî, bi yarî
Yarê da min diyarî
Ne perde hişt ne çarî
Serxweş kirim neçarî
Ez serxweş kirim wê dîne
Kuştim kuştim ah şêrînê
Ne perde hişt ne çarî
Serxweş kirim neçarî
Ez mest im ji dest wê dînê
Kuştim kuştim ah şêrînê
Bade ji dest nê noşin
Ax ma çima sermest im?