the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Azadger

Sibehek zû derketin ji mal Bi raman û vîneke zelal Azadgerên gelê bindest Dilsozên hêviya jiyan Bûn stêrk li hember tariya şevan Geş dikin jiyana baxên gulan Navê we bû çavkaniya helbestan Jîn dide cenga we li hemû cîhan Amed biaxîn û nalîn e Dîcle û Ferat xwîn dikelîne Hevalên min bûne karwan Li nav nemiran kon danîne Bûn stêrk li hember tariya şevan Geş dikin jiyana baxên gulan Navê we bû çavkaniya helbestan Jîn dide cenga we li hemû cîhan

Bêjebêje © 2015-2024