the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Can Diçe

Di ewrên çavên min de peşkek baranî Hûr dibarî, kûr dinalî, dilbirîndar im Li wargeha evîna te bêcih û war im Dûr mam ji xeyalên te, bê te can didim Dem bi dem ez lal dibim ji ber eşqa te Car dikuje, car jîn dide ew awirên te Can diçe, can diçe, neçe yar yar Can diçe, can diçe, were yar yar Çar demsal ji evîna te li nav agir im Şev û rojê’m diçin bê te bêzar û lal im Ji kerba wan çavên belek kûr kûr dinalim Di nava êş û janê de va ye ez can didim Dem bi dem ez lal dibim ji ber eşqa te Car dikuje, car jîn dide ew awirên te Can diçe, can diçe, neçe yar yar Can diçe, can diçe, were yar yar

Bêjebêje © 2015-2024