the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Çiya Anî Deştê Kir

Ji rengê dîlbera horî Gul û reyhan li min peyda Zerîfa şeng niha borî Şeveq dabû di rewzê da Şeveq da erd û esmanî Li min dîlber tu astan î Dixwim sondê bi subhanî Zûleyxa bû di Misrê da Minawer bû di nav nûrê Kemer dabû li ser sûrê Ji rengê dîlbera horê Dilê min tîrekê lê da Li min da tîrekî dijwar Serê tîrê di dil çû xwar Dema ku ez dikim hawar Wekî Mecnûn di deştê da Wekî Mecnûn dimînim ez Fena bilbil dixwînim ez Heta kengê bimînim ez Di heps û di zindanê da Di heps û hem di zindanê Wekî Yûsif li Kenanê Gelo ya rep dîlber kanê? Neçar mame di vê rê da Helbest: Feqiyê Teyran

Bêjebêje © 2015-2024