the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Dayika Min

Dîroka kevnar berhema te ye Hilberîn û jîn tev karê te ye Azadî yekser bi navê te ye Bê te ez neçar im, ax dayika min Bê te ez pir jar im, ax dayika min Ez ê bibim hibra ewran Bibarim nola berf û baran Da jîn bibe keda salan Dilşad û aram be, ax dayika min Stran û newa lorîkên te ne Avên çeman stêrên çavên te ne Keskesor qasidê evîna te ye Tu ne xemgîn be, ax dayika min Ez ê bibim hibra ewran Bibarim nola berf û baran Da jîn bibe keda salan Dilşad û aram be, ax dayika min

Bêjebêje © 2015-2024