the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Ez Nizanim Çi Bêjim

Heval ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji we ez dilgiran im Ez nizanim çi bêjim Ez daxwaza Xanî me Rewşa nexşên Manî me Di ristê de kanî me Ez nizanim çi bêjim Arê dilê Cizîrî Tava tora Herîrî Ez nûjen im bi pîrî Ez nizanim çi bêjim Nakin dengê saza min Guh nadin awaza min Yan nizanin raza min Ez nizanim çi bêjim Çima hemî nabin yek Leşker nakin lek bi lek Kanîn ew bircên belek Ez nizanim çi bêjim Hirç ketine nava rez Gur ji hawir têne pez Ji xew rabin em bi lez Ez nizanim çi bêjim Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024