the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Ferîforya

Sê gul çandin li axa Medan Aj dide ji bo me jiyan Yek xunav ji behra dilan Diherike dibe gulîstan De herin oxir be ji we re Li benda we Zîlan, Bêrîtan Bûn stêrk li rûkê esman Sakîne, Leyla û Fîdan Ferîşteyên jiyana azad Ferîforyayên li nav agir in Rêhevalên (evîndarên) hîv û rojê Kevokên doza felat in Dibêjin şev xencereke reş e Û xafil di dilên xelmaş re derbas dibe Lê min ne bawer e Hûn jî bawer nekin û herin! Lewre îşev şev ron e Dinya çîksayî heyveron e Kî dibêje bi sê guleyên serbizeng roj tarî dibe Na xêr, Roj ji her gav bêhtir stêrkan diçirisîne Herin, nesekinin û herin! Wa ye stêra Zîlan û Bêrîtanê jî diberiqîne Peyvên ji tayê roniyê li tevna helbestê dixîne Beyt û newaya we jê hildiberîne Di gewriya gelê arî de distrîne Û hemû dengbêj û hunermendan jê dihesidîne De herin.! Lewre sê findên reqas li dûv we pêketî ne Sê stêrên dilgeş li ser sêla sincirî ya asoyê welatê min govend girtine Xemla xwe dane şevê û kirasê taristanê qulqulî kirine Li asîmanê Kurdistanê beredesteke sibehê zaye û berbanga azadiyê rû daye Herin oxir be ji we re Ey Sakîne, Leyla û Fîdan Helbest:İbrahim YILDIZ

Bêjebêje © 2015-2024