the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Hunermend

Ez hunermend im her dilbixwîn im Tembûr li destê min bideng û awaz im Lêgerîna heq, rastiya jiyan im Di deryaya jînê de hêviya gelan im Evîna rast bi jiyana azad Armanca me ye welatekî dilşad Tîrêjên rojê tên ji dilê esman Geş dike asoya gelên bindestan Ez dengê Serhed, jana Hewlêr im Bi qîrîna Hogir pêtek ji agir im Hêviya Mizgîn, cenga Sefkan im Qîrîna dengê gelên azad im Pêşengên çanda gelê Kurdistan Şopdarê we me her wext û deman Keda dilê we, va li ber çavan Jîn dide baxê gul û simbilan

Bêjebêje © 2015-2024