the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Niştiman

Mîna teyrekî koçber im, xeribiyê niştiman im Wek şervanekî bêçek im, li ser lêvên çiyayên bilind Li pey şopa bedewiya te kewgozela li zozanên min Du çavên te stêrkên li esman Dêmên te sorgulên li baxan Şahbanûya li ser textê cîhan Tu bihişta evîndaran Wek şîlavek li ser zinar im diherikim bi awaza te Di nav pêlên stranên dil qîrîneke bêdeng im ez Di zindana çavên te de dîlgirtiyekî bênav im ez Du çavên te stêrkên li esman Dêmên te sorgulên li baxan Şahbanûya li ser textê cîhan Tu bihişta evîndaran

Bêjebêje © 2015-2024