the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

ŞIvanê Min

Hat şivanê min kal a Berê berê ber avê Hat şivanê min kal a Min dîtibû mişarê li ber avê Tê jiyana min xewnê Delîl delîl xanê Şarikê li ba bikim, li ba bikim ba bikim Birêsim porê xwe, xalxala bi şaran bikim Guliyan li ser eniyê şor bikim Rîişiyên li kamaxan li ba bikim Herê lo lo lo lo herê lê lê lê, tê min dengê bilûran Herê lê lê lê herê lê bûm şivanê roj û şevan Li nav teht û zinaran bûm nêçîrvanê xezalan Rojka min wa çû ava, bûm şevderê çavên belek Xurîn ketiye guhanan Kar hatine ser delavan, kar hatine ser delavan Hat şivanê bêlana Berê berê ber avê Hat şivanê bêlana Min dîtibû mişarê li ber avê Tê jiyana min xewnê Delîl delîl xanê Cotê keziyan bihûnim, ez ê bihûnim, ez ê bihûnim Rûkê xwe sor bikim wek hinarê dehla jêrîn Bejn û bala xwe bixemlînim Li hêviya lawikê xwe bimînim Herê lo lo lo lo herê lê lê lê, tê min dengê bilûran Herê lê lê lê lê herê lê, bûm şivanê roj û şevan Çavên min li rêka te ma kar veweşiyan qelaça Şevka min wa dîsa hat dilkê reben kul neke Bêramûsanên hinarî Min bi van çolan ve rê neke,min bi van çolan ve rê neke Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024