the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Te Dixwazim

Va ye ez hatim te ji te dixwazim Bêgilî û gazinc tu bêy dilşad im Li benda te mam bi meh û salan Her wext û deman bi her çar demsalan Bi te re jîn xweş e Bievîn û geş e Roja tu werî Newroz û cejn e Dildar û bengîn e dilê min ê zar Dişewite can di nav pêt û ar Cirma eşqa te ger bibe sêdar Bêtirs û guman ez didim ser û can Navê te jîn e Wargeha evîn e Bê te ez dinalim Dilbiaxîn e

Bêjebêje © 2015-2024