the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêrzat

Tu Çûyî

Li ser behra evîna te keştiyeke bêwar im Li ser şaxa dilê te bilbilekî bêzar im Bi hesreta xwençelêvan bi şevan ez kûr dinalim Gêj û serxweş li nav stêran, li xeyalên te digerim Tu çûyî qet nehatî, ez li vir mam bê te Li benda te mam sal û zeman, çavên min li rêya te Ax evîna min, karxezala min Dil çilmisî bû penaber li pey demsala kenên te Çok qerimîn, qudûm şikest li ser rêya evîna te Tu sorgula baxçê ronahiyê, ji ber çavên min winda bûyî yar Şevreşkên har, erjeng û sar, dil li min kirin kovan û jar Tu çûyî qet nehatî, ez li vir mam bê te Li benda te mam sal û zeman, çavên min li rêya te Ax evîna min, karxezala min

Bêjebêje © 2015-2024