the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şevavê Egît

Çîya Bilind e

Weylê dînê çiya bilind in, te nabînim lê te nabînim Wa kurmalê gul sor bûne naçilpînim Gundî malîno ez ê ser dilê xwe û kawa kubar ra De tu dilan nahebînim Lê lê dînê pezê gundê we zozanê me çêrandin, me çêrandin Eman dîno xamberîra dûw gerandin, dûw gerandin Hey lê dînê keçikê gundê we bedew in Xortê gundê me helandin, me helandin Wey malîno, dîna min revî, way direvî, wa direvî Heylê dînê tê wê rind î, pir bedew î, pir bedew î Ax malîno ez ê dikim keleş kawa xwe bigrim Ketine orta min û wê da deşt û zozan, mêrg û zevî, mêrg û zevî Wey malîno, dînam revî, wê direvî, wê direvî Keleş kawê tê wê rind î, pir bedew î, pir bedew î Gundî malîno ezê dikim keleş kawa xwe bigirim Ketine orta min û wê da deşt û zozan, mêrg û zevî, mêrg û zevî

Bêjebêje © 2015-2024