the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şevavê Egît

Lê Lê Dînê

Wey lê lê dînê Ay ne mi go wezê, go wezê diqîriyam lo Mi digo na wele qulingimi difiriyan Gundî malîno, li welatê xerîba Wezê ser cî meskenê lawikê xwe ra digeriyam eman Wê lê lê dînê Ay ne mi go ezê quling im, qulingê vê Emanê A qulingê vê Emanê Gundîno lo malîno, heval û hogirê minê firtane li ber dîn e Ez mehrûmê Xwedê li welatê xerîbê mame tenê eman Mame tenê, xwezila çavê minê kewa gozel biketa Bira serê mi jêkirina, cendekê min bavêtina birca kelê wî bedenê, eman Wê lê lê dînê Ax ne mi go sibe ye Wa li kula dilê mi ra kubara sibê nayê Kubara sibê nayê Bire zerîngê me meşiyane avê, meşiyane avê Çîlan û bedewa, kawan û kubara, xwe dabûne pêşiyê Enî kevera xwe dabûn paşîyê Gundîno, qemera mine şermoke bû xwe dabû navê li min, li min, way li min

Bêjebêje © 2015-2024