Şevavê Egît
Narînê
Ey Narîn wezê nizanim vê sibê halê xwe û te çawa kim
Gundî malîno, minê sondekê sond xwariye
Ez ê kirasê şerî li xwe nakim
A de heta qirê qiyametê roja mirinê
Ezê Narîna xwe bîr nakim Narîn
Ey Narîn, wezê serê çiyangê Elegezê berjêr dinêrim
Gundê kurdan e
Gundî malîno, biniya mi da xulexula avê, çevkanî, kaniyan e
Hûn ê gazinê lo malî mi nekin, huba dilan e
Minê bi xewna şeva da dîtiye Narîna minê nav da ne, Narîn
Ay Narîn ez ê dipirsim, dilê xwe meke
De tu rabe vê sibê qatê jorîn aguşka pencera li ser xwe veke
Oy de wezê welatê Sovyetê oy zêde diqîrînim
Dengê li min gireberpalê derwayî tişteke, Narîn e, Narîn, Narîn