the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şêx Zahir

Şerê Girîdaxê

Bê lo, lo, wî lo, lo, lo, lo, lo Bê lo, lo, wî lo, lo, lo, lo, lo Kesekî xwedan xêrê tu nîn e Bersîvekê bide bereka Girîdaxê Bê Şêx Zayîr, Birahîm Axa, Ferzende Îhsan Nûrî û Reşoyê Silê we mal xerab be Bizanibin sed û pêncî hezar eskerên Romê Bi nîzam top û teyare hate ser we Ez ê Wanê, Qulpê, Agdaşê ketim nava dinê Artêşa Tirkan kişiya ser Kurdan bi êrîşa lêxistinê Şêx Zayîr kire gazî: Birano çêbin, çê bixebitin Tirkên decal, ji welatê xwe derxînin Herkê zilamên xelqê mirovên derekan e Fesadê me Edo Axa Îsayê Qotî hodikê dîn e Bê de dayê rebenê şerekê me qewimî Gelî, newal, berpalê binetara Girîdaxê Qaleke me qewimî qeya, zinarê Girîdaxê Nêzîkî zage şikevtên bereka çiyê Dengê teyaran û topan tê ji jorê ve Na weleh, xwîşk û birano, hinda belekiyê Şêx Zayîr kire gazî: çêbin, çê bixebitin Jor qewata me Xwedê ye, jêr guman Kurd in De, fedayîno lêxin, bav û birano lêxin Esker qir kin, top û teyaran bişewitînin Nav û dengê Kurdan bi dinê xin Şerekê me qewimî bereka Gi rîdaxê Qeya, zinara, kol û kosa li hember e Gava Şêx Zayîr efendî Nijdî siwar dibe Hezaran lawên Kurdan xwe didine ser e Şêx Zayîr gumana bextê jaran e Dijminê qeyde-qanûnên decalan e Qesasê serê xwînmijên Tirjan e Mêrxas e, leheng e, ji mala şêxane Şereke qewimiye Girîdaxê jorê Başkendê Li rasta hina pirê Destê eskerên Romê de top, reşaş, gumbaran e Lê destê lawên Kurdan de piçûkçapê qundaxgir e Bê wayê, wayê, li min wayê Top qumbarên vî kafirî ser lawên Eşîretê de tenê fenanî kayê Xwedanê mêr dizane îsal çend sal e Lawên eşîretan pêşiya Tirkiyayê asê bûne Ne tên kuştin û ne jî têne rayê.. Me nizanibû şert û şirûtên dewletê wê li me wa be Wê teyaran bide xebatê temam ordiya rabe Fedayîno, birano, de lêxin, lêxin û dîsa lêxin Revê bi artêşa decal Mistefa Kemal xin Ji wargeh û welatê xwd derxin Navê Kurd û Kurdistanê bi dinê xin Binnîşe: *Ev klam weke Şerê Şêx Zayîr jî tê zanîn *Ji devê dengbêj Sehîdê Feqîcewer Çavkanî: Pirtûka Eliyê Evdilrehman a bi navê "Şer li çiya"

Bêjebêje © 2015-2024