the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Seyadê Şamedîn

Ax Eman Eman

Çiya bilinde rê lê berde Te dilê min kiriye behra derda Îsalke delalê canê Serê mi bide ser zenda Ax eman eman eman Çi kulîlka devê çeman Were were ezî qurban Ax eman eman eman Çi kulîlka devê çeman Were were lawo qurban Te şîrînê av şerbetê Biçûktiya mi da dilê mi ketê Nizam çima nikarim bîr kim Heta roja qiyametê (DÎSGOTIN) Çûme nava çevreşan Çima te tiliya min kişand Ji bo hub û eşqa dilan Kerba dilê min êşand (DÎSGOTIN) Te çevreşê birû qeytanî Tu gul î li ber bîna min î Xewê şeva li min herimî Saet û gavê li bîra min î (DÎSGOTIN)

Bêjebêje © 2015-2024