the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Seyadê Şamedîn

Ermenistanê

Dilê min yarê Ermenistanê Ji Elegezê heta û Axmuxanê Rewşê dide welêt Gola Sêvan Bihar û payîz, li zivistan Digerim nagerim ji te qe têr nabim Xwelya te gulistan, şên bî Hayastan Bedewêya te nay gotin bi ziman û zara Her goşeyê erdê te mînanî zêra Kurd Ermenî li te dijîn mînanî bira Tu car li te nakeve lingê neyara Digerim nagerim ji te qe têr nabim Xwelya te gulistan, şên bî Hayastan Li ber sînorên dewleta te Ji erdê bigre heta û ezmanê te Mîna pelete sekinî bi engalê te Tu şên bî bira sax be miletê te Digerim nagerim ji te qe têr nabim Xwelya te gulistan, şên bî Hayastan

Bêjebêje © 2015-2024