the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Seyda Perînçek,

Çar Demsal

Bihar, havîn, payîz, zivistan Her çar rengê te yî Yar sedema hebûna min Ewan çavên te yî Ezê bînim azadiyê Jiyanê, hêviyê Tarî diçe, roj dikene Ji bona ronahiyê Baran barî li ser dilê min Gul û sosin vebûne Sînga min bû baxçê gula Bilbil hemû lê kom bûne Hesreta te dil kir xwelî Can agir û pêt e Ax dayîkek bang min dike Dema dikarîm bê te Cano ez bûme du perçe Tu aliyê dil î Bila ev doz biçe serî Tu yê soza min î Baran barî li ser dilê min Gul û sosin vebûne Sînga min bû baxçê gula Bilbil hemû lê kom bûne Gotin û muzîk: Seyda Perînçek Aranje: Baran Çelebî

Bêjebêje © 2015-2024