a photo of Seyda Perînçek

Seyda Perînçek

Bixwînin Bi Şev û Rojan

By: Ciwan

Hatin wa şêx û axên me Gotin em birê hev in Em bi jina bûne mer e Zarokên me ji hev in Me wan kirin mamostê xwe Em jî şagirtên wan Lê wan em bi şûn de hiştin Hiştin bê ilm û ziman Welatê me dewlemend e Tev maden û xizne ye Tevî Turk û Ecnebiyan Çavên wan tê de heye Bila xelk me nexapînin Hûn xwenda û zana bin Bixwînin bi şev û rojan Xwedî ilm û ziman bin Ji me kuştin bi hezaran Çi xayîn û dijwar e Gava keniya li rûkên me Me go qet dost û yar e

0

Bêjebêje © 2015-2025