a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Çavzeytûna Min

Min tu çandiye li axa dilê xwe Min tu mezin kir bi delalî bi hêstirên çavên xwe Îro 'nabînim' li ber serê xwe Tu xeyidiye delala min ji evdalê xwe Bila ez bimirim çavzeytûna min Bila bimirim porxeleka min Bila bimirim bejinbeşta min (dilberxika min) Riha rihê min can bê te nabe Ew ê mala evînê ji bin de xera be Hêviyên min kom kirin Ew ê belav be, bi vê xezala min wê Dil bi kê şa be Hêviyên min kom kirin Ew ê belav be, bi vê xezala min Ew ê dil şa be, dil bi kê şa be Bila ez bimirim çavzeytûna min Bila bimirim porxeleka min Bila bimirim bejinbeşta min (Bila bimirim bejinrihana min) (Bila bimirim dilberxika min)

Bêjebêje © 2015-2024