a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Çû Çû Nema Tê

Rûmeta jiyanê bizanibin Emrê çû buhûrî û nema tê Bi saxî ji hevdu re bibin Ê ku çû ew êdî nema tê Oyoy… Çû çû nema tê Ax ax… çû çû nema tê Çiya tev bê dar û tazî nin Tê bihar bêhna gul nema tê Mala min bê xwedî hişt û çû Keça min çû êdî nema tê Berxê min çû êdî nema tê Oyoy… Çû çû nema tê Ax ax… çû çû nema tê Berê tim dihatî xewnê min Di bi şev xewa min nema tê Canê min tev kul û birîn e Ziha bû xwîna min nema tê Oyoy… Çû çû nema tê Ax ax… çû çû nema tê

Bêjebêje © 2015-2024