a photo of Seyda Perinçek

Seyda Perinçek

Çûka Bê Hêlîn Nema

Çûka bê hêlîn nema Çima tu bê war mayî Xelkê bar kir çû heyvê Qey tu di xew de mayî Emrê mirov hindik e Zû dema te nemaye Li ser erda cihanê Tu jî çêke starek Bergîr jî ne bê nal e Tev kubar û nazgî ye Ker jî bê cil nemaye Tu bê sol û tazî yî Ez fahm nakim çima tu Bi vî halî razî yî Ker eyar e ka bêjî Çêke li te bimbarek Gava ku tu bê war û Tim birçî û tazî bî Li koşkên dewlemendan Tê tim li ber derî bî Bav xwestiye xwe veke Ne hustûxwar û dîl be Li hember nezaniyê Tu jî çêke sînorek

Bêjebêje © 2015-2024